Kuçe û kolan bi aveke taybet va tên şûştin

Li Özalpa navçeya Vanê kuçe û kolan ji ber vîrusa koronayê ya nû bi aveke taybet va tên şûştin

Kuçe û kolan bi aveke taybet va tên şûştin

Li Özalpa navçeya Vanê kuçe û kolan ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-10) bi aveke taybet va tên şûştin.

Xebatkarên Midûriya Karên Paqijiyê ya Şaredariya Özalpê bi aveke taybet a ku tê da derman, kef û zerav heye va kuçe û kolanên mezin ên ku mirov gelekî jê derbas dibin, dişon û kolanan paqij dikin.

Ji bilî kuçeyan tîm li kargehan jî dezenfeksiyonê dikin.

Serokê Karên Paqijiyê Yildirim Demir daxuyand ew ji ber tevdîren li hemberî vîrusa koronayê paqijiyê dikin û hişyariyê didin welatiyan ku bila ew jî baldar bin.

Demir got xebatên paqijiyê û dezenfeksiyonê bi hev ra tên kirin û wiha dewam kir: "Em ê bi hev ra vê şewbê bidin sekinandin."

AA

Dîroka nûkirinê: 28 Adar 2020, 16:31
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE