Di çarçoveya tevdîrên têkoşîna dijî vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da li çar aliyê Tirkiyeyê dawiya heftê derketina derva hat sînordarkirin û navendên Van, Muş, Bitlis û Hakkariyê ji meriv û wesayîtan xalî man.
Qedexeya derketina derva ya ku li seranserê welêt duh êvarê di saet 21.00î da dest pê kir û di 7ê Berfanbarê roja duşemê saet 05.00an da wê biqede, dewam dike.
Li Vanê kolanên Cumhuriyetê, Kazim Karabekîr û Meydana Beşyolê ku ji herêmên herî qelebalix ên bajêr bûn, ji wesayît û merivan xalî man.
Li navenda bajêr polêsan kontrolên xwe domandin û li kesên derveyî giştînameyê mane û li derva ne jî ceza birî.
Bitlis
Li Bitlisê jî ji ber qedexeya derketina derva li çar aliyê bejêr bêdengî zêde bû.
Ekîbên polêsan ku kuçe û kolanan kontrol kirin anonsên "li malê bimînin" kirin.
Li bajêr welatiyan sînordarkirinê binpê nekirin û meydan kuçe û kolanên bajêr jî vala ma.
Muş
Li Muşê jî hat dîtin ku welatiyan rê û rêgezên qedexeya derketina derva binpê nekirin.
Bi destpêkirina qedexeyê va kolanên Îstasyon û Ataturkê yên bajêr ku berê qelebalix bûn, vala man.
Hakkari
Di sînordarkirina derketina derva da li Hakkariyê jî kuçe û kolan ji meriv û wesayîtan xalî man.
Heya ji wan tê milet dernakeve derva û polês jî li navenda bajêr kontrolên xwe didomînin.AA