Rûniştiya duyem a dozê di Mehkemeya Cezaya Giran a 1emîn a Orduyê da çêbû.
Serokê heyeta mehkemeyê Îbrahim Akbulut rapora ku nîşan dide hişê şikbar li serî ye û ew ne dîne nîşan da.
Şikbar Ozgur Arduç li ser Pergala Bîlîşîmê ya Bi Deng û Dîmên (SEGBÎŞS) beşdarî dozê bû û got "Heke ev karmend ne li vir bûna minê kincên xwe derxista û xwe rût û tezî bikira. Karmend pir nêzîk in, wisa nebûya, minê bikira."
Li ser vê serokê mehkemeyê Akbulut wiha got: "Qasî ku dibînim hişê te li serê te ye. Rût û tazikirina te nayê wê meneyê ku tu dîn î."
Şikbar got ew dixwaze bila dîsa raporek bê derxistin ka ew dîn e an na.
Parêzer got "biryar ya mehkemeyê ye."
Bi yekdengiya heyetê va biryar hat dayîn ku hişê şikbar li serî ye û raporeke nû hewce nake.
Gulfer Ozdemira diya Cerenê, Yilmazê bavê wê û Gîzema xwîşka wê gotin hişê şikbar li serê wî ye û divê ew bi cezayê herî giran va bê cezakirin.
Haluk Murat Poyrazê parêzerê malbata Ozdemir e hin pirs ji şikbar kirin. Poytaz got wî pere ji ku dîtiye ku pê çûye porê xwe çêkiriye, çûye hemamê, otelê maye û demança çawa peyda kiriye. Lê Arduç pirsên wî nebersivandin.
Heyeta mehkemeyê biryar da ku sûc bi zanetî, qestî û bi hestên hovane va hatiye kirin, ji ber vê cezayê hepsê yê muebet da şikbar.
Kesên li salona mehkemeyê li ser biryarê çepik lê dan.
AA