Kuleba mizakereya Rûsya-Ukraynayê ku biryar e li Stenbolê bê kirin nirxandin

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve Kuleba di weşana hevbeş a televizyonên xwecihî de mizakereya Rûsya-Ukraynayê ku biryar e li Stenbolê bê kirin nirxandin.

Kuleba mizakereya Rûsya-Ukraynayê ku biryar e li Stenbolê bê kirin nirxandin

 Wezîrê Karên Derve yê Ukraynayê Dmîtro Kuleba ragihand ku daxwaza wan a herî kêm a di civîna heyetên mizakereyê yên Rûsya-Ukraynayê de ya ku biryar e li Stenbolê bê kirin çareseriya pirsên mirovî ye û daxwqza wan a herî zêde jî agirbest û ji bo gihiştina wê jî dabînkirina peymaneke hemîşeyî ye.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve Kuleba di weşana hevbeş a televizyonên xwecihî de mizakereya Rûsya-Ukraynayê ku biryar e li Stenbolê bê kirin nirxandin.

Kuleba got, "Serokdewletê me talîmatîn safî dane heyeta me. Emê li ser mirov, ax û serweriyê bazaiyê nekin. Pozisyona me mîna betonê hişk e. Em hêza xwe ji hiqûqa navneteweyî, ji artêşa Ukraynayê, ji mueyyideyên navneteweyî yên li dijî Rûsyayê, çekên ku ji bo em li berxwe bidin hatine Ukraynayê distînin."

Kuleba ragihand ku daxwaza wan a herî kêm a di civîna heyetên mizakereyê yên Rûsya-Ukraynayê de ya ku biryar e li Stenbolê bê kirin çareseriya pirsên mirovî ye û daxwqza wan a herî zêde jî agirbest û ji bo gihiştina wê jî dabînkirina peymaneke hemîşeyî ye.

Li gorî agahiyan civîna ku li Ofîsa Xebatê ya Dolmabahçeyê dê ji çapemeniyê re girtî birêve biçe dê îro saet 10.30î destpê bike.

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Federasyona Rûsyayê Viladimîr Pûtîn di peywendiya telefonê de mitabiq mabûn ku civîna piştretir a heyetên mizakereyê yên Rûsya û Ukraynayê li Stenbolê bê lidarxistin.

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan wê beriya civînê bi heyetan re hevdîtinekê kurt bike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE