Kulîlkên ji hêla Şaredariya Bajarê Mezin Diyarbekirê hatin hilberandin bajar xemilandin

Kulîlkên ji hêla Şaredariya Bajarê Mezin Diyarbekirê hatin hilberandin bajar xemilandin

Şaredariya Bajarê Mezin Diyarbekirê bi 2 milyon kulîlkên havînê yên ku bi xwe hilberand va bajar xemiland.

Serokatiya Daîreya Parq û Baxçeyan a Şaredariya Bajarê Mezin Diyarbekirê her demsal parq, bulwar, kolan, refuj û peyarêyên bajêr bi kulîlkên celeb celebî yên demsalê dixemilîne.

Ekîban di sezona îsal a dar û kulîlkdanînê da li navçeyên navendê û yên dervayî navendê kolan û peyarê bi 2 milyon kulîlkên havînê yên cuda cuda yên wekî manolya, xetmî, erxuwan, erûga xemlê, hurmiya xemlê, gêlaza xemlê, laleyan xemilandin.

Serokatiya Daîreya Parq û Baxçeyan îsal ji ber ku demsal ziha û hişk derbas dibe, hejmara tesîsên tijîkirinê ji 5an derxist 6an.

Ekîb parq, baxçe û refujan bi 22 arazozan va û di 3 wardiyeyan da av didin. Ekîb her wiha ji bo ku kapasîteya avdanê ya ku rojane 6 ton e zêde bikin, xebat dan destpêkirin.

Ekîban di vê çarçoveyê da 11 bîrên nû vekirin û dê van bîran di xebatên xwe yên avdanê da biemilînin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE