"Kurê min bireve were teslîmî dewletê bibe"

Sevdet Demira dayik: "Kurê min bireve were teslîmî dewletê bibe. Were dayika xwe şad bike lawê min. Diya te heta rih li ber be dê hêviya te be"

"Kurê min bireve were teslîmî dewletê bibe"

Nobeda ku dayikên Diyarbekirê li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê dan destpêkirin da ku zarokên wan ên revandî li wan werin vegerandin, dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlonê da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 224emîn.

Sevdet Demira dayik ku ji bo kurê xwe Fatih çalakiya rûniştinê didomîne diyar kir ku heya ew negihîjin zarokên xwe, ew ê çalakiyê bidomînin.

Demirê diyar kir ku ev 5 sal in ew hesretî kurê xwe ye û wiha dewam kir, "Kurê min li çiyê êş û janê dikişîne, ez jî li vê derê. Kurê min bireve were teslîmî dewletê bibe. Were dayika xwe şad bike lawê min. Diya te heta rih li ber be dê hêviya te be."

"Kurê min bireve û were teslîmî hêzên ewlekariyê bibe"

Şevket Bingol ku ji bo kurê xwe Tuncay çalakiya rûniştinê didomîne jî wiha got, "HDPyê zarokên me birine çiyê û mehkûmî mirinê kirine. Êdî bes e bira zarokên me bidin me."

Bingol wiha axivî:

"Zarokên me dixapînin dibin çiyê û me pê diêşînin. Zarokên me revandin, ev nikarin bibin parêzvanên me. 40 sal e ev ji ser xwîna Kurdan rantê bi dest dixin. 40 sal e xwîna Kurdan dimijin. Em van wekî partiya Kurdan qebûl nakin."

Bingol herwiha bangî kurê xwe kir û wiha got:

"Kurê min Tuncay bireve û were teslîmî hêzên ewlekariyê bibe. Xwedê ji Serokomarê me, Wezîrê me yê Karên Navxweyî razî be, li cem me ne."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE