"Kurê min ji xwe ra dixwend, ew xapandin û birin serê çiyê"

Çalakiya dayikên ku HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin û li pêşiya Serokatiya HDPyê ya Diyarbekirê rûniştine, dewam dike û îro du malbatên nû tevlî wan bûn

"Kurê min ji xwe ra dixwend, ew xapandin û birin serê çiyê"

Çalakiya rûniştinê ya dayikên ku HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin û li pêşiya Serokatiya HDPyê ya Diyarbekirê ne, dewam dike û îro du malbatên nû tevlî wan bûn.

Çalakiya dayikên ku HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin û ji 3yê Îlonê vir da li pêşiya Serokatiya HDPyê ya Diyarbekirê çalakiya rûniştinê dikin dewam dike.

Îkram Gurturka ji Mûşê hat û beşdarî çalakiya dayikan bû di axaftina xwe da got ku kurê wê Musa 18 salî bû û li lîseyê dixwend 5 sal berê hat revandin.

Gurturkê destnîşan kir ku ew ji kurê xwe tu xeberê hilnadin û wiha pê da çû: "Mêrê min nexweş e, çavê min jî baş nînin, em kurê xwe dixwazin, bila kurê me bînin. Em dixwazin bila alî me bikin. Heke kurê min ku me dibîne bila vegere. Em feqîr in, cegera me diperite. Kurê min ji xwe ra dixwend ew xapandin û birin. Bila êdî dilê tu dayikê neşewite. Mirov nikare li hemberî kêmasiya zarokên xwe li ber xwe bide. Ev 5 sal in êdî çav bi me va neman. Ez kurê xwe ji PKKyê dixwazim. Bila hizûr hebe û zarokên hemû dayikan vegerin û yê me jî vegere. Çavê me li rêya wan e, em nikarin li ber xwe bidin, em bê xew in. Em dayik in dil û cegerê me peritiye. Êdî taqeta me nemaye."

Selma Hana ku ji Vartoya navçeya Mûşê bo kurê xwe Onur hat û tevlî çalakiya rûniştinê bû jî got: "Ez dixwazim bila kurê min vegere Tirkiyeyê. Herî dawîn sala par min bi kurê xwe ra xeberda û niha li Sûriyeyê ye. Li kê derê dibe bila be, li Îran, Iraq û Sûriye li kê derê dibe, bila were û teslîm bibe. "

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE