"Kurê min were bira eva hesreta xilas bibe"

Çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê ku di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 241ê da dewam dike...

"Kurê min were bira eva hesreta xilas bibe"

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 241ê da dewam dike.

Solmaz Ovunça ji Wanê bo Baranê kurê xwe yê 5 sal berê di 15 saliya wî da derxistin serê çiyê beşdarî çalakiyê bû diyar kir ku hetanî kurê wê neyê ew ê çalakiyê bidomîne û wiha axivî: "Kurd agir bi cigerê tu kesî naxin lêbelê wan (HDP) agir bi dilê me xist."

Ovunçê wiha xeberda: "Em di meha rojiyê da ne ma ew (HDP) qet ji Xwedê natirsin? Heke ew zarokên Adem bûna ew ê em nexistina vî halî. Bira kurê min bînin. Baran kurê min were, teslîmî edaletê bibe. Kurê ew dera ciyê te nîne. Bavê te nexweş e ew ê bimre, te nebîne, were bira eva hesreta xilas bibe. Min bêriya te kiriye kurê min."

- Bira kurê min bînin

Abdullah Demirê ku ji bo kurê xwe yê Fatîh beşdarî çalakiya rûniştinê bû jî got biryardar in ku çalakiya xwe bidomînin û wiha axivî:

"Ew (HDP) parlamenterên Kurdan nînin. Tirsa Xwedê jî di dilê van da tune. Heke parlamenterên Kurdan bin bira werin li vê derê derdê me guhdarî bikin. Ev ji bo Qendîlê dixebitin. Ew sîlahê didin destê zarokên qîzîn ên 13-14 salî. Ew Kurdan temsîl nakin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE