Kurdên li Qazaxistanê

Tevî ku ewqas ji axa xwe dûr in jî çand û kelepora xwe jibîr nekirine

Kurdên li Qazaxistanê

Kurdên qazaxistanê tevî ku bi salan e dûrî axa xwe ne jî zimanê xwe, çanda xwe ji bîr nekirine. Li Almatiyê TRT Kurdî bû şahidê govendên ciwanan.

Kurdên li Almatiya Qazaxistanê çiqas dûrî axa xwe bin jî li çand û kelepora xwe xwedî derdikevin.

Li Almatiyê tîma TRT Kurdiyê gera xwe ya li dergehên Kurdî didomîne.

Li bajêr kursa govendan jî heye ku ciwan lê reqsê fêr dibin.

Mamoste Nergîz ciwanan gav bi gav hînî çanda wan dike.

Ciwan cil û bergên gelêrî li xwe dikin û li cem mamoste govendan digerînin.

Carna bi hev re stranan jî dibêjin.

Dîroka nûkirinê: 22 Çile 2020, 17:14
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE