Kurdolojiya zanîngeha Mardi̇n Artukluyê

Beşa Kurdî derfetên cuda pêşkêşî xwendekaran dike 

Kurdolojiya zanîngeha Mardi̇n Artukluyê

Tercihên têketina zanîngehan heta pêncê vê mehê didomin. beşa ziman û edebiyata kurdî ya zanîngeha artukluya mêrdînê jî xwendekaran dawetî Mêrdînê dike. beşa kurdî ji bo xwendekaran îmkanên cûr bi cûr pêşkêş dike. 

Dema tercihên ji bo zanîngehan ber bi dawîbûnê ve diçe û xwendekar êdî biryara xwe ya beş û zanîngehê didin. 

Zanîngeha Artukluya Mêrdînê jî bi Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî balê dikişîne ser xwe û dixwaze xwendekar vê beşê hilbijêrin. 

Qedroyeke têr û tîje ya vê Kurdolojiyê heye û zanîngeh avantajên wekî erasmûs û doktorayê jî pêşkêş dike. 

Kesên ji vê beşê mezûn dibin dikarin di gelek qadên cuda de kar bikin. 

Beşa Kurdolojiyê bi pirtûk û materyalên qadroya xwe jî balê dikişîne ser xwe. 

Xwendekar heta 5ê Tebaxê dikarin tercihên xwe yên ji bo zanîngehan bikin. 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE