Li Muşê ji bo keç û jinan kursa çêkirina xalîçeyan hat vekirin. 12 kursiyerên ku beşdarî kursê dibin bi saya vê him hînê risandina xalîçeyan dibin him jî îdare û debara xwe dikin.
Li Mûşê ji bo keç û jinan kursa xalîçeyan hat vekirin.
Di kursa Midûriya Perwerdeya Gel de, bi qasî 12 kevanî hînî rêsandin û çêkirina xalîçeyan dibin.
Di kursê de ji xeynî çêkirina xalîçeyan, li ser nexş û motîfên herêmî jî xebat tên meşandin.
Keç û jinên ku beşdarî kursê dibin him hînî hunereke girîng dibin, him jî bi saya vê îdare û debara xwe dikin.