Li Midyadê ji bo jinan kursa çêkirina xalîçeyên hevrîşim hat vekirin. 16 keç û jinên ku beşdarî kursê dibin, bi tayên hevrîşimê xalîçeyên rengîn dirisînin.
Li Midyada Mêrdînî ji bo îstixadama keç û jinan kursa xalîçeyên hevrîşim hat vekirin.
Di kursa Midûriya Perwerdeya Gel de 16 kursiyer dixebitin.
Di kursê de ji xeynî çêkirina xalîçeyan, li ser nexş û motîfên herêmî jî xebat tên meşandin.
Kursiyer ji xeynî pereyê ku digirin, ji firotina xalîçeyên jî qezencekê bi dest dixin. Herwiha kursiyer dibêjin: “ Ji bo kurseke wisa hat vekirin di serî de em spasî midûriya xwe dikin. Em li vir ji hevrîşimê bi nexş û motîfên herêma xwe xalîçeyan dirisin. Bi vî awayî em him hînî vî karî dibini him jî debara xwe dikin.”