Li navenda perwerdeya civakî ya Batmanê, ev cara ewil e kursa kameramaniyê hat vekirin.13 kursiyerên ku dê 5 mehan perwerde bibin dixwazi piştî kursê bibin kameraman.
Bala wan li ser mamoste ye û lê guhdar dikin…
Carna jî bi hevre li dîmenên filman temaşe dikin…
Ev der Navenda Perwerdeya Civakî ya Batmanê ye.
Piştî 60 salan ev cara ewil e ku ji bo kameramaniyê kurs hat vekirin.
Di çarçoveya perwerdeyên İŞKURê de13 kursiyer wê nêzî 5 mehan perwerde bibin û yên serkeftî wê bibin kameraman.
Kursiyer rojê 25 lîre pere jî digrin û pê îdareya xwe dikin.