Li Qazaxistanê zêdetirî 150 hezarî kurd dijîn. Niha kurdên li wê derê di kursa kurdî de zimanê xwe hîn dibin û xurt dikin. Kurdên li bajarê Almatiyê li herêmê bi nasnameya xwe dijîn.
Li tevahiya Qazaxistanê zêdetirî 150 hezarî Kurd dijîn.
Tenê li bajarê Almatiyê 80 hezar Kurd hene.
Di warê çand û keleporê de jî yekdeng in.
Lewma ji xwe re gelek xan û dergehên çandî ava kirine.
Perwerdeya ziman jî bi awayekî rêk û pêk dewam dike.
Li Almatiyê zarok di kursên kurdî de zimanê xwe hîn dibin û xurt dikin.
Ji welat jî gelek pirtûkên dersên kurdî diçin Qazaxistanê.
Navenda ziman bi pêşengiya hîndekar û nivîskar Kinyasê Îbrahîm tê birêvebirin.
Kurdên Almatiyê elaqeyeke zêde nîşanî kursê didin.