Li Midyada Mardinê kursa hunera têlakriyê hat vekirin. Di kursê de 50 ciwan ji bo hunera qedîm neyê jibîrkirin perwerdehiyê dibînin.
Midyada Mardinê bi hunera têlkariyê tê nasîn.
Lewra zêr û zîvên ku li atolyeyên bajêr tên neqişandin, li çar aliyên welêt û cîhanê bala her kesî dikîşînin.
Ji bo ev hunera qedîm neyê jibîrkirin, li bajêr kursa têlkariyê hat vekirin.
Ciwanên ku beşdarî kursê dibin hîm hînî hunera qedîm dibin, him jî bi berhemên ku çêdikin pereyan qezenc dikin.