Li Ercîşa Wanê hepsa ciza û înfazê ya vekirî ji bo girtiyan gelek kûrsan dide. yek ji van kursan jî kursa xwendin û nivîsandinê ye. mehkûmên ku xwendin û nivîsandinê nizanin, him hîn dibin him jî sertîfîkayê distînin.
Hepsa Ciza û Înfazê ya Vekirî ya Ercîşa Wanê ji bo bêhna mehkûman teng nebe gelek kurs vekirine.
Kurs ji aliyê xebatkarên Midûriyeta Perwerdeya Gel a Navçeyê tên dayîn.
“Em dixwazin mehkûm dema ji vir derkevin karibin li derve ji xwe re karekî bibînin. Ji bo vê saziya me û Midûriyeta Perwerdeya Gel bi hev re kursan vedikin.”
Ji kursên girîng yek jî kursa xwendin û nivîsandinê ye.
Mehkûmên ku xwendin û nivîsandinê nizanin bi saya vê kursê him dikarin bixwînin him jî binivîsin.
Li hepsê pirtûkxane û cihê kompîtiran jî heye.
Mehkûm piştî kursê sertîfîka jî distînin.