Kursên Qur’anê dest pê dikin

Zarok di betlaneyê de wê dînê xwe û Qur’anê hîn bibin.

Kursên Qur’anê dest pê dikin

Piştî mekteb tên girtin kursên Qur’anê yên li herêmê vedibin. Zarok li van kursan him dînê xwe nas dikin him hînî Qur’anê dibin.

Mekteb xilas bûn û dema kursên Qur’anê dest pê kir.

Li Cizîra Botan, îsal wê di 17ê Hezîranê de kurs vebibin.

Zarokên ku wê tevlî kursên Qur’anê bibin, ji xeynî dersen dînî wê feliyetên civakî jî bikin.

Kursên li Cizîrê wê 2 mehan dewam bikin.

Li Siwêregê jî kurs wê di 17ê Hezîranê de vebin û 8 hefteyan dewam bikin.

Zarokên Siwêregî li van kursan, wê hînî xwendina Qur’anê bibin, jiyana pêxember bielimin û dînê xwe nas bikin.

Dîroka nûkirinê: 14 Hezîran 2019, 19:51
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE