Kursên Quranê vebûn

Li Midyatê gelek zarok diçin mizgeftan û hînî Quranê dibin

Kursên Quranê vebûn

Dibistan ketin betlaneyê û li gelek bajaran zarok ji bo hînî quranê bibin diçin kursan. Li Mûş û Midyata Mêrdînê jî kurs vebûn û zarokan berê xwe da mizgeftan.

Mekteb hatin girtin û ji bo dînê xwe û quranê hîn bibin zarokan berê xwe da mizgeftan.

Ev der jî mizgefta Çaxlayan a Mûşê ye.

Miftiyê Bajêr Alaattin Bozkurt dibêje ji xeynî Quranê zarok di kursê de dinê xwe jî hîn dibin.

Ev dîmen jî ji mizgefteke Midyata Mêrdînê ne.

Gelek zarok ji bo hînî xwendina Quranê bibin tên mizgeftê.

Zarokên Midyadî dixwazin zarokên din jî werin mizgeftê û hînî Quranê bibin.

Mele û waîz dibêjin bila malbatên zarokan jî piştgiriyê bidin wan.

Kursên Quranê wê heya 9ê Tebaxa 2019an dewam bikin.

Dîroka nûkirinê: 20 Hezîran 2019, 16:32
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE