Navenda perwerdeya gel a silopiyê, derbarê hewla derbeya 15ê tîrmehê de kurtefîlmek çêkir. Digel lîstikvanan esnaf, dixtor û mamosteyan jî di fîlmê de lîst.
Midûriyeta Navenda Perwerdeya Gel di salvegera derbeya 15ê Tîrmehê de, li ser derbeyê kurtefîlmek çêkir.
Digel lîstikvanan esnafên navçeyê, dixtor û mamosteyan di fîlmê de lîst.
Bi xwendina selayan û banga Serok Recep Tayyip Erdogan welatîyan karê xwe terikand û ew derketin kolanan.
Fîlm 5 deqîqe û nîv e. Amadehiya fîlmê jî bi qasî mehekê dewam kir.
Navendê ev kurtefîlm, ji bo balê bikşîne ser demokrasî û bihevrebûnê çêkir.