Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Murat Kurum li ser xebatên tespîtkirina avahiyên ku di demek nêz de werin nûkirin daxuyanî da û bal kişand ser cihên ku herî zêde avahiyên hewceyî nûkirinê lê hene.
Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Kurum: "Li Turkiyeyê 6,7 milyon avahiyên ku divê zûtir bên nûkirin hene. Jê 1,5 milyon avahî divê demildest bên nûkirin û jê 300 hezar avahî jî li Îstanbulê ne."