Lê neheqî hat kirin lê dev ji doza xwe berneda

Mexdûra 28ê Sibatê Ayten Avcıoğlu niha midûreya herî serkeftî ya Yüksekovayê ye 

Lê neheqî hat kirin lê dev ji doza xwe berneda

Di 28ê Sibata 1997an de gelek jin ji ber baweriya xwe rastî neheqî û zilmê hatin. bi sed hezaran jinên bawermend ji ber porê xwe venekirin ji zanîngehan hatin dûrxistin. mamoste ayten avcioğlu piştî derbeya postmodern bû mamoste. niha li geverê midûriyê dike. 

Di heyama Darbeya Postmodern a 28ê Sibatê de bi sed hezaran jinên bawermend rastî zilm û zordariya darbekaran hatin. 

Ji ber desmala serê wan deriyên avahiyên dewletê li ser wan hatin girtin, ji kar û xebatên xwe bûn. 

Ayten Avcıoğlu jî di heyama 28ê Sibatê de xwendekar bû. Ew jî wekî gelek hevalên xwe rastî zilm û neheqiyê hat. 

"Ji xwe pirsgirêka me ya sergirtinê hebû. Lê di dema masterê de, di heyama 28ê Sibatê de ev pirsgirêk gelek zêde bû. Em gelek mexdûr bûn.” 

Lê Mamoste Aytenê dev ji doz û baweriya xwe berneda. Piştî rewş guherî xwendina xwe bi dawî kir û bû mamoste. 

"Di wê pêvajoyê de ez di saziyeke taybet de mamoste bûm. Di asta nivîsandina tezê de me ji zanîngehan avêtin. Heqaret li me kirin, çêr û gotinên xerab li me kirin. Bi rastî ew roj gelek zor û zehmet bûn.” 

Mamoste Avcıoğluyê li gelek bajarên welêt mamostetî kir û niha jî li Gevera Colemêrgê wezîfedar e. 

 Avcıoğlu li Gever û Colemêrgê bûye midûreya herî jêhatî û serkeftî.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE