Midûriyeta Perwerdeya gel a motkiyê bi piştgiriya ajansa pêşxistinê ya rojhilatê anadolê li bajêr laboratuara kodnivîs û înformatîkê vekir. Di laboratuarê de him xwendekar him jî mamosteyên wan di warê kodkirin, robotîk, înovasyon û înformasiyonê de dersan dibînin.
Xwendekarên Motkiyê, ji bo pêşerojê hînî kodnivîsê dibin.
Midûriyeta Perwerdeyê bi piştgiriya Ajansa Pêşxistinê ya Rojhilatê Anadolê DAKA’yê lagoratuareke kodnivîsê vekir.
50 mamsoteyên ku beriya niha perwerde dîtibûn wê li vir dersên kodnivîs û kodnivîsa robotan bidin xwendekaran.
Xwendekarên ku li vir perwerde dibin wê pişt re bikaribin robotan çêkin û wan bixebitînin.