Li Zanîngeha Muş Alparslanê gelek laboratuvarên navendî hene. Li van deran derbarê erdhej, hezaz, rê û keviran de lêkolînên berfireh tên kirin.
Zanîngeha Muş Alparslanê her sal di gelek waran de xebatên nû yên zanistî dike.
Zanîngehê bi Navenda Lêkolînên Nûkleer ên Ewropayê re peymanek ji îmze kir. Niha bi 7 komên xebatê re hevkariyê dike.
Di laboratuvarên zanîngehê de bi makîneyên teknolojîk derbarê erdhej, hezaz û çêkirina riyan de lêkolînên berfireh tên kirin.
Xwendekar û akademîsyen di laboratuvaran de li ser mijarên nû jî lêkolînan dikin.
Bi saya van xebatan Zanîngeha Alparslanê her ku diçe bi pêş dikeve û di warê zanistê de xizmetê dide.