Îlahiyatnas Omer Dongeloglu ji ber kovîd-19ê mir

Îlahiyatnas û nivîskar Omer Dongelogluyê (52) ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) li nexweşxaneyê tedawî dîdit, îro wefat kir.

Îlahiyatnas Omer Dongeloglu ji ber kovîd-19ê mir

 Îlahiyatnas û nivîskar Omer Dongelogluyê (52) ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) li nexweşxaneyê tedawî dîdit, îro wefat kir.

Li gor agahiyan Dongelogluyê ku pê ra vîrusa koronayê hat tespîtkirin li Nexweşxaneya Bajêr a Başakşehîrê dihat tedawîkirin, lê rewşa wî her ku çû giran bû.

Li hember hemû hewldayînan Dongeloglu serê sibê wefat kir.

Der barê merasima cinazeyê wî da agahî wê paşê bên dayîn.

- Omer Dongeloglu kî ye?

Dongeloglu di sala 1968an da Zîleya navçeyaTokatê hat dinyayê. Dibistana seretayî ya Zîle Altunyurtê qedand, paşê perwerdeya xwe ya dibistana navîn û lîseyê li Lîseya Îmam Xetîbê ya Zîleyê temam kir. Dongeloglu paşê ji Fakulteya Zanîngeha Sakaryayê mezun bû. Di navbera salên 1986-1996an da li memleketê xwe Tokatê îmamtî û xetîbî kir.

Dongeloglu salên dirêj li kamuyê xebitî, li ser dîroka îslamê, Siyera Nebî lêkolîn û xebatan kir. Di mehên Remezanê da jî di televîzyonê da bername çêdikir.

Serok Erdogan sersaxî da malbata Omer Dongeloglu

Serok Recep Tayyîp Erdogan ji ber mirina îlahiyatnas û nivîskar Omer Dongeloglu telefonê kurê wî Muhammed Dongeloglu kir û sersaxî da wî.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê Serok Erdogan di telefonê da got Xwedê rehma xwe Omer Dongeloglu bike, sebrê bide malbat û hezkiriyên wî.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE