Leglegên mizgîniya biharê li quntara Çiyayên Amanosê ya li navçeya Hassayê bêhn veda.
Serokê Komeleya Parastina Tebîetê ya Hatayê Abdullah Ogunç daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku piraniya çûkan salê du caran koç dikin.
Ogunç behs kir ku legleg ji bo ku zivistanê bikarin lê bimînin koç dikin û bi vî awayê zêde dibin û da zanîn ku legleg zêdebûnê Ewropayê ji bo ku zivistanê lê bimînin jî Afrîkayê tercîh dikin.
Ogunç got ku legleg yek ji wan çûkan e ku koç dike û di nav guzergaha wan da Hatay jî heye û ragihand ku leglegên hatin Hassayê li ser rêya koçê ne.
Leglegên ku li zeviyeke li quntara çiyê danîn dîmenên xweşik derxistin holê û welatî û wênekêşan gelekî eleqe nîşanî leglegan da.
AA