Leglegên mizgîniya biharê îsal zû hatin Muşê

Legleg îsal zû hatin û şêniyên herêmê jî şaş man. Ji ber ku li erdê hê berf heye, ji ber ku berf hê li erdê ye legleg nikarin xwarinê bibînin, lê ser û guhê gundiyan li ser wan e û tengasiya xwarinê nakişînin.

Leglegên mizgîniya biharê îsal zû hatin Muşê

 Leglegên ku îsal zû hatin Muşê, rastî berfê hatin û di hêlîna xwe da bi cih bûn.

Legleg li gundê Muratgorena ser navendê û gundên Aşagiuçdam û Alazliyê yên navçeya Haskoyê di hêlînên xwe da bi cih bûn.

Legleg îsal zû hatin û şêniyên herêmê jî şaş man. Ji ber ku li erdê hê berf heye, ji ber ku berf hê li erdê ye legleg nikarin xwarinê bibînin, lê ser û guhê gundiyan li ser wan e û tengasiya xwarinê nakişînin.

Ji şêniyên gundê Aşagiuçdamê Alîcan Boz daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir, ew kêfxwe bûn ku wan leglegên mizginiya biharê dîtin.

Boz destnîşan kir ku legleg bûne nîşaneya gund û wiha dewam kir, "Ew mêhvanên me ne. Leglegên ku payîzê koçî deverên germ dikin, havînê cardin tên gundê me. Ji ber ku îsal zûtirî hatin, rastî berfê hatin. Çi qas ji destê me tê em wan birçî nahêlin."

Erdal Akdemir jî wiha got, "Bi hatina leglegan ra em fêm dikin ku bihar nêzîk e. Em hêlînên wan ên ku li ser dîrek û malan çêkirine, diparêzin. Em bi dîtina wan kêfxweş dibin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE