Lehî û hezaza li Duzceyê

Xebatên ji bo dîtina 4 kesên ku li gundê Esmahanimê yê navçeya Akçakocayê wenda bûbûn, cardin dest pê kirin

Lehî û hezaza li Duzceyê

Li Duzceyê xebatên ji bo dîtina 4 kesên ku di lehî û hezazê da wenda bûn, cardin dest pê kirin. 

Lêgerîn-Xilaskirin a Cendirmeyê (JAK), AKUT, AFAD, Ekîba Lêgerîn-Xilaskirinê ya Duzceyê (DAKE), Lêgerîn û Xilaskirina ÎHHyê, Kewşa Neteweyî, Lêgerîn û Xilaskirin (UKSAR), Tîma Lêgerîn-Xilaskirin û Şewatê ya Sakaryayê (SAKTÎM) û ekîbên din li gundên Esmahanim û Ugurluyê yên navçeya Akçakocayê û herwiha gundê Melanagziyê yê li ser navendê kom bûn.

Ekîb li devê nawalan û li ciyên ku avê da ber xwe li 4 kesên wenda ku 3 jê zarok in, digerin. 

Herwiha di xebatan da 213 personel, 56 wesayît, bot, kûçikên lêgerîn û xilaskirinê û helîkopter beşdar in. 

Makîneyên şixul jî li ciyên ku kûçik nîşan didin, xebatê dikin. 

Ji aliyekî din va li herêmê alîkariyên Heyva Sor a Tirk, wesayîta gerok a tenduristiyê ya Midûriyeta Tenduristiyê ya Parêzgehê û saziyên civaka sivîl ên ji bo mexdûrên lehiyê dewam dikin. 

17ê tîrmehê roja çarşemê êvarê û 18ê tîrmehê roja pêncşemê jî bi şev ji ber barana zêde li navçeyên Cumayerî, Golyaka û Akçakocayê ji ber ku avê di ser Çemê Melenê ra avêt, lehî rabûbû û hezaz çêbûbû. Li van herêman li gundan 227 kesên mehsûrmayî hatibûn xilaskirin, lêbelê îxbar hatibû kirin ku 7 kes wenda ne. 

Di xebatên lêgerîn û xilaskirinê da 19ê tîrmehê di newala navbera gundê Esmahanim û gundê Ugurluyê da cesedê Fatma Tongela 42 salî ku wenda bûbû û lê digeriyan û herwiha 21ê tîrmehê jî 200 mêtre li biniya gundê Ugurluyê li ciyê ku dehl e, cesedê Cengîz Tongel hatibûn dîtin. Ekîban duh jî cesedê Sanem Kaplana 7 salî dît.

AA

Dîroka nûkirinê: 23 Tîrmeh 2019, 10:37
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE