Lehî û hezaza li Duzceyê

Xebatên ji bo dîtina 2 zarokên ku li gundê Esmahanimê yê navçeya Akçakocayê wenda bûbûn, cardin dest pê kir

Lehî û hezaza li Duzceyê

Li Duzceyê xebatên ji bo dîtina 2 zarokên ku di lehî û hezazê da wenda bûn, cardin dest pê kir. 

Lêgerîn-Xilaskirin a Cendirmeyê (JAK), AKUT, AFAD, Ekîba Lêgerîn-Xilaskirinê ya Duzceyê (DAKE), Lêgerîn û Xilaskirina ÎHHyê, Kewşa Neteweyî, Lêgerîn û Xilaskirin (UKSAR), Tîma Lêgerîn-Xilaskirin û Şewatê ya Sakaryayê (SAKTÎM) û ekîbên din li gundên Esmahanim û Ugurluyê yên navçeya Akçakocayê û herwiha gundê Melanagziyê yê li ser navendê kom bûn. 

Ekîb li devê nawalan û li ciyên ku avê da ber xwe li Kagan Tongel (3) û Îlayda Sînem Kaplanê (7), digerin. 

Herwiha di xebatan da 213 personel, 56 wesayît, bot, kûçikên lêgerîn û xilaskirinê û helîkopter beşdar in. 

Makîneyên şixul jî li ciyên ku kûçik nîşan didin, xebatê dikin. 

Ji aliyê din va li herêmê alîkariyên Heyva Sor a Tirk, wesayîta gerok a tenduristiyê ya Midûriyeta Tenduristiyê ya Parêzgehê û saziyên civaka sivîl ên ji bo mexdûrên lehiyê dewam dikin. 

17ê tîrmehê roja çarşemê êvarê û 18ê tîrmehê roja pêncşemê jî bi şev ji ber barana zêde li navçeyên Cumayerî, Golyaka û Akçakocayê ji ber ku avê di ser Çemê Melenê ra avêt, lehî rabûbû û hezaz çêbûbû. Li van herêman li gundan 227 kesên mehsûrmayî hatibûn xilaskirin, lêbelê îxbar hatibû kirin ku Fatma (42), Cengiz (53) û Kagan Tongel (3) û herwiha dayik Nilgun (39) û keçên wê Funda (9), Sanem û Îlayda Sînem Kaplan ku hevalcêwî ne (7) wenda ne. 

Di xebatên lêgerîn û xilaskirinê da 19ê tîrmehê di newala navbera gundê Esmahanim û gundê Ugurluyê da cesedê Fatma Tongela 42 salî ya ku wenda bûbû û lê digeriyan û herwiha 21ê tîrmehê jî 200 mêtre li biniya gundê Ugurluyê li ciyê ku dehl e, cesedê Cengîz Tongel hatibûn dîtin. Di 22yê tîrmehê da li gundê Ugurluyê ekîban cesedê Sanem Kaplana hevalcêwî û duh jî cesedên dayik Nilgun û keça wê Funda Kaplanê dîtibûn.

AA

Dîroka nûkirinê: 24 Tîrmeh 2019, 10:24
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE