Lehî û hezaza li Duzceyê

Xebatên ji bo dîtina zarokekî ku li gundê Esmahanimê yê navçeya Akçakocayê wenda bûbû, cardin dest pê kir

Lehî û hezaza li Duzceyê

Li Duzceyê xebatên ji bo dîtina zarokê ku di encama lehî û hezazê da wenda bû, cardin dest pê kir. 

Lêgerîn-Xilaskirin a Cendirmeyê (JAK), AKUT, AFAD, Ekîba Lêgerîn-Xilaskirinê ya Duzceyê (DAKE), Lêgerîn û Xilaskirina ÎHHyê, Kewşa Neteweyî, Lêgerîn û Xilaskirin (UKSAR), Tîma Lêgerîn-Xilaskirin û Şewatê ya Sakaryayê (SAKTÎM) û ekîbên din li gundên Esmahanim û Ugurluyê yên navçeya Akçakocayê û herwiha gundê Melanagziyê yê li ser navendê kom bûn. 

Ekîb xebatên xwe bêtir li ciyê ku duh cesedê zarokê wenda hat dîtin, didomînin.

Herwiha di xebatan da ji 200î zêdetir personel, wesayît, bot, kûçikên lêgerîn û xilaskirinê, drone û helîkopter beşdar in. 

Ekîb, cendirme, ewlekarî, AFAD û komeleyên mayîn ên lêgerîn û xilaskirinê li ciyên ku kûçik nîşan didin, xebatê dikin. 

Ji aliyê din va li herêmê alîkariyên Heyva Sor a Tirk, wesayîta gerok a tenduristiyê ya Midûriyeta Tenduristiyê ya Parêzgehê û saziyên civaka sivîl ên ji bo mexdûrên lehiyê dewam dikin. 

17ê tîrmehê roja çarşemê êvarê û 18ê tîrmehê roja pêncşemê jî bi şev ji ber barana zêde li navçeyên Cumayerî, Golyaka û Akçakocayê ji ber ku avê di ser Çemê Melenê ra avêt, lehî rabûbû û hezaz çêbûbû. Li van herêman li gundan 227 kesên mehsûrmayî hatibûn xilaskirin, lêbelê îxbar hatibû kirin ku Fatma (42), Cengiz (53) û Kagan Tongel (3) û herwiha dayik Nilgun (39) û keçên wê Funda (9), Sanem û Îlayda Sînem Kaplan ku hevalcêwî ne (7) wenda ne. 

Di encama xebatan da 19ê tîrmehê cesedê Fatma Tongelê, 21ê tîrmehê cesedê Cengîz Tongel, 22yê tîrmehê cesedê Sanem Kaplana hevalcêwî, 23yê tîrmehê cesedê dayîk Nîlgun û keça wê Funda Kaplan û herwiha duh jî cesedê zarokekî hatibûn dîtin.

AA

Dîroka nûkirinê: 29 Tîrmeh 2019, 10:26
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE