Lehî û hezaza li Duzceyê

Di dehla ku 200 metre dûrî gundê Ugurlu yê navçeya Akçakocayê ye da cesedê kesekî hat dîtin

Lehî û hezaza li Duzceyê

Li Akçakocaya navçeya Duzceyê di dehla ku 200 metre dûrî gundê Ugurluyê ye da cesedê kesekî hat dîtin.

Di çarçoveya xebatên ku li herêmê ji bo dîtina 6 kesên wenda dewam dikin da Ekîbên Lêgerîn û Xilaskirinê yên Duzceyê (DAKE) li biniya gundê Ugurluyê li ciyê ku dehl lê heye, cesedê kesekî dît.

Ekîb ji bo derxistin cesedê ku tê texmînkirin yê mêrekî ye, xebatên xwe didomînin.

17ê tîrmehê roja çarşemê êvarê û 18ê tîrmehê roja pêncşemê jî bi şev ji ber barana zêde li navçeyên Cumayerî, Golyaka û Akçakocayê ji ber ku avê di ser Çemê Melenê ra avêt, lehî rabûbû û hezaz çêbûbû. Li van herêman li gundan 227 kesên mehsûrmayî hatibûn xilaskirin, lêbelê îxbar hatibû kirin ku 7 kes wenda ne. 

Pêr di xebatên lêgerîn û xilaskirinê da di newala navbera gundê Esmahanim û gundê Ugurluyê da cesedê Fatma Tongela 42 salî ku wenda bûbû û lê digeriyan, hatibû dîtin.

AA

Dîroka nûkirinê: 21 Tîrmeh 2019, 17:55
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE