Lehengê 15ê Tîrmehê şehîd Omer Halisdemir nayê jibîrkirin

Lehengê 15ê Tîrmehê şehîd Omer Halisdemir nayê jibîrkirin

Her sal bi hezaran kes serdana gora Astsubayê Peyade Serçawîşê Biqidem Omer Halisdemir di dema hewla derbeyê ya 15ê Tîrmehê ya Rêxistina Terorê ya Fetulahî da li Enqereyê di Fermandariya Hêzên Taybet da li Semîh Terziyê generalê derbekar dabû û paşê hatibû şehîdkirin, dike.

Bi hezaran kesên ku li bajarokê Çukurkuyuya navçeya Borê hatin ser gora şehîd, Qurana Kerîm dixwînin û dueyan dikin. Lehengiya ku wê şevê Omer Halisdemir kir, ji zarokên xwe re vedibêjin.

Ulviye Koseya (78) dayika Cendirmeyê er Alî Koseyê ku sala 8ê hezîrana 1998an li Boluyê şehîd ketibû, ji Enqereyê hatibû ser gora şehîd û li ser gora şehîd Halisdemir due dkir.

Koseyê ji nûçegihanê AAyê re got ku ew di nava hestên cuda da ye.

- "Ji wê şevê ve qet jibîra min dernakeve"

Koseyê anî ziman ku şeva 15ê temûzê xew neketiya çavê wê û gelekî giriyaye û got, "Min digot, şikir ji Xwedê re 'te rizgar kir kurê min' û ez wisa digiriyam. Ez li ber kurên xwe geriyam min got, 'min bibin ser gora wî ewê min bibîne'. Nuha li cem şehîdî me, ew min dibîne. Ji wê şevê ve ji bîra min dernakeve. Xwedê jê razî be kurê min, ez anîm. Ne şehîdekî wisa ye ku bê jibîrkirin, şehîdekî bê hempa ye. Wî Tirkiye rizgar kir, ew li nîvê bihuştê ye, bi peyxemberê me re ye."

Fatîh Ozkanê bi malbata xwe re ji Sakaryayê hatibû anî ziman ku ew ji bo serdana lehengê herê mezin ê vê serdemê, şehîd Omer Halisdemir hatiye.

Ozkan tekezî li wê yekê kir ku pêdivê nifşên nû, Halisdemir weke mînaka lehengiyê ji xwe re bigirin.

- Navê Omer Halisdemir tê vejandin

Navê Omer Halisdemir ji bo dana deyê wefayê ji şehîdî re, dabûn Zanîngeha Nîgdeyê, nexweşxaneyê, meydana herî mezin a bajêr û li navçeya Borê jî dabûn dibistanekê.

Herwiha li ser bîranîna şehîdî li bajarokê Çukurkuyuyê dibistaneke xwedî 18 wanegeh hatibû çêkirin û daristaneke xatirayê hatibû çandin.

Şaredariya Mezin a Kocaeliyê jî li ser bîranîna şehîdî li bajarokê Çukurkuyuyê li ser qadeke 2 hezar 500 metroçarçikî navendeke çandê ya 2 qatî ku muzexane jî dinava wê de heye ava kiribû. Li Muzexaneyê hinek eşyayên Halisdemir, wêne û hinek name û nivîsên welatiyan ku ji bo şehîdî nivîsandibûn cih digirin.
 

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE