Lehiya li Akyurtê: 2 kesan can da

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu, Alîkarê Wezîrê Karên Navxweyî Îsmaîl Çatakli derbasî navçeya Akyurtê bûn, rewş kontrol kirin û ji peywirdaran agahî sitandin.

Lehiya li Akyurtê: 2 kesan can da

 Li Akyurta navçeya Enqereyê ji ber barana ku ber êvarê dest pê kir, hin kuçe û kolan di bin avê da man, wesayît di rêyan da man, avê da binê hin mal û kargehan.

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu, Alîkarê Wezîrê Karên Navxweyî Îsmaîl Çatakli derbasî navçeya Akyurtê bûn, rewş kontrol kirin û ji peywirdaran agahî sitandin.

Îsmaîl Çatakli maseya krîzê ya ku li navçeyê hat damezirandin kordîne dike, Şaredarê Akyurtê Halil Ayik jî rêberiya ekîbên li qadê dike.

Waliyê Enqereyê Vasip Şahin, Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê Mansur Yavaşî Şaredarê Çubukê Baki Demirbaş û Şaredarê Pursaklarê Ertugrul Çetin jî piştgiriyê didin xebatên li navçeyê.

Ji ber ceyrankişandinê kesek mir

Walî Şahin diyar kir, li Akyurtê texliyekirina qatên binî yên avahiyên ku di bin avê da man, didome.

Şahin diyar kir ku niha rewşa giştî ya navçeyê asayî ye û wiha got, "Welatiyekî me ji ber ceyrankişandinê mir."

Diyar bû, welatiyê mir, navê wî Muhammet Şahin e û 21 salî ye û her wiha li kargehê ceyranê kişandiye.

Kesekî ku ji lehiyê revî, ket û mir

Li navçeyê ji ber barana ku ber êvarê dest pê kir, hin kuçe û kolan di bin avê da man, wesayît di rêyan da man, avê da binê hin mal û kargehan.

Mustafa Demirelê 67 salî yê şêniyê gundê Teberîkê gava ji lehiyê revî, ket û mir.

Cenazeyê Demirel rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Akyurtê.

Wezîr Soylu malbata Şahin ziyaret kir

Wezîr Soylu çû Nexweşxaneya Dewletê ya Akyurtê ya ku cinazeyê Şahin birin wir. Soylu li vir serxweşî da malbata Şahin.

Ceyrana navçeyê tuneye, ekîb jî xebatên xwe yên di trafoyan da didomînin.

Her wisa xebatên ekîbên AFAD, ASKÎ, ÎHH, UMKE, AKUT, JAK û îtfaiyeyê yên paqijkirina kuçe û kolan û her wiha mal û kargehên di bin avê da mane, didomin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE