Lehiya li Artvînê: 4 mirî

Li navçeya Yusufeliyê di lehî û hezaza ku piştî barana gur çêbû da jimara kesên ku mirin derket 4an

Lehiya li Artvînê: 4 mirî

Li Yusufeliya navçeya Artvînê cesedê 3 kesên ku di ro da çûbûn, hatin dîtin, jimara kesên ku di afatê da mirin derket 4an.

Li gor agahiya ku hat hildan, li navçeyê duh êvarê baranê dayê û gur kir. Piştî baranê lehî rabû û hezaz çêbû. Di lehî û hezazê da 3 kes bi wesayîtên xwe va di ro da çûn û winda bûn. Ji bo dîtina wan AFADa Artvîn û Erzurumê, ekîbên DSÎ, Rêbej û Tenduristiya 112 Acilê û fîrmaya berpirs bi tevî ekîbên cendirmeyan bi seyên bêhnê va bê navber xebat meşandin.

Li ser nirxandina ku wesayîtek li qada şantiyeya Bendava Yusufeliyê hat dîtin, ew der kolan û otombîlek jê derket.

Di otomobîla ku tije herî bûbû da cesedê Mustafa Sonmez, jina wî ya Muşerref û kurê wî yê Salih hat derxistin.

Cesedên malbata Sonmez bi ambulansab rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Yusufeliyê.

Ji aliyê din va kesekî ku di lehiyê da birîndar bûbû, rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Yusufeliyê, lê digel hemû midaxaleyan xelas nebûbû û miribû.

Bi dîtina cesedê 3 kesên ku winda bûbûn va jimara miriyan derket 4an.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE