Lehiya li Vanê: Zirar gihîşt gelek avahî û tewleyan

Ji ber lehiyê 32 avahî xera bûn. Zirar gihîşt gelek avahî û tewleyan. Serokê Ragihandinê Fahrettin Altun li ser bobelatê peyamek weşand û got: ji bo hemwelatiyên me yên ku ji ber lehiyê zirar û ziyana wan çêbûye, çi hewce be wê di demeke kurt de bê kirin.

Lehiya li Vanê: Zirar gihîşt gelek avahî û tewleyan

Li Wanê piştî barana gij lehî rabû. Ji ber lehiyê 32 avahî xera bûn. Zirar gihîşt gelek avahî û tewleyan. Serokê Ragihandinê Fahrettin Altun li ser bobelatê peyamek weşand û got: ji bo hemwelatiyên me yên ku ji ber lehiyê zirar û ziyana wan çêbûye, çi hewce be wê di demeke kurt de bê kirin.

Ji nişka ve lehî rabû, çi derket pêşiya wê bi xwe re bir.

Li taxa Esenyamaça Elbaqa Wanê lehî rabû.

6 xanî hilweşiyan û gelek axur xira bûn..

Makîneyên kar seranserê rojê li taxê paqijî kirin.

Li avahî û xaniyên mayî jî rewş gelek xerab e.

Ekîbên li herêma lehiyê ji bo mexdûran seferber bûn.

Wezîfedarên Heyvasor şorbe belav kirin.

Ekîbên derûnnasiyê jî ji bo piştgiriya psîkososyal li qadê bûn.

AFADê jî ji bo mexdûrên malê wan xera bûne kon vedan.

Serokê Ragihandinê Fahrettin Altun piştî afadê li ser înternetê peyamek weşand.

Altun got: Dewleta me, xebatên hewce dan destpêkirin. Ihtiyacên welatiyên me yên ku ji ber lehiyê zirar dîtine wê di demeke kurt de bên gihandin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE