Leşkerê xêrxwaz hat xelatkirin

Ji canê xwe parçe da keçika 12 salî da ku emeliyet bibe

Leşkerê xêrxwaz hat xelatkirin

Li Sêrtê leşkerê xêrxwaz Rahîm Okan xwîn da keçikeke 12 salî û bi vî awayî ew hat emeliyatkirin. Ji bo vê, Waliyê Sêrtê leşkerê xwedanxêr xelat kir.

Nexweşiya mejîyê hestiyan van salan pirr zêde bû.

Ji bo ku ev nexweşî bê saxkirin jî divê hin meriv ji canê xwe parçeyan bidin.

Li Sêrtê jî keçikeke biçûk bi vê nexweşiyê ket.

Derdê wê bi saya kesekî xwedanxêr hat dermankirin.

Leşkerê xêrxwaz Rahîm Okan ev nexweşî bihîst û çû ji bo veguhestinê alîkarîyaa zaroka nexweş kir.

“Du sal beriya niha min xwîn dabû Heyva Sor. 8-9 meh beriya vê jî wan telefonî min kir û got xwîna te bi kêrî nexweşeke biçûk tê. Ez jî çûm û min parçe da. Ev kar ne zehmet e û rîska vê jî tuneye.”

Bi xêra wî zarok hat emeliyatkirin û baş bû.

Waliyê Sêrtê û Fermandarê Cerndirmeyan ê leşkerê xwedanxêr xelat kir.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE