Leşkerên Tirkiyeyê çûn hawarê

Jina ducanî ya Sûriyeyî bi wesayîta zirxî ji Girê Spî veguhestin Akçakaleyê

Leşkerên Tirkiyeyê çûn hawarê

Tirkiyê, mirovahî çi ye li sûriyê nîşanî hemû dinyayê dide. Leşker him tekoşîna xwe ya li dijî terorê didomîne, him jî alîkarîya gelê herêmê dike. Leşkerên yên ku bona operasyona kaniya aştiyê çûn girê spî, beziyan hawara jineke ducanî ya li ber welidînê. Wan, jina ducanî bi wesayîta zirxî anî nexweşxaneya dewletê ya Akçakaleyê.

Leşkerên Tirkiyê li Girê Spî ji bo jineke ducanî ya Sûriyî rabûn ser xwe.

Wan, jina ducanî bi wesayîta zirxî anî Akçakaleyê.

Jina dûcanî: Leşkerên Tirkiyê em ji Girê Spî anîn vê derê. Xwedê ji wan razî be.

Dîmen, Wezareta Parastinê belav kirin.

Di Operasyona Kaniya Aştiyê de leşkerên Tirkiyeyê gava li Girê Spî û Serêkaniyê mayîn û teqemenî pûç dikirin, ji wan re xeber hat ku jineke ducanî li ber welidînê ye.

Eskeran, Zîheyye El Xelîl bi wesayîta zirxî gihand Nexweşxaneya Dewletê ya Akçakaleyê.

Jina ducanî li nexweşxaneyê zarok anî.

Dayikê, gava bi xwe hesiya ji leşkerên Tirkiyê re spas kir.

Ji ber Operasyona Kaniya Aştiyê navê pitikê kir “Pinar”.

Jina dûcanî:Min ji ber operasyonê navê pitika xwe danî Pinar. Ji leşkerên Tirkiyê re gelekî spas dikim. Xwedê ji wan razî be.

Leşkerên ku dayika ducanî gihand nexweşxaneyê, bi Pinarê re zahf eleqedar bûn. Leşkeran dûv re xatir ji wan xwest...

Dîroka nûkirinê: 26 Cotmeh 2019, 15:31
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE