Leyla Guvena HDPyî 22 sal û 3 meh cezayê hepsê xwar

Leyla Guvena HDPyî ya ku parlamenteriya wê hat betalkirin 22 sal û 3 meh cezayê hepsê xwar

Leyla Guvena HDPyî 22 sal û 3 meh cezayê hepsê xwar

 Leyla Guvena HDPyî ya ku parlamenteriya wê hat betalkirin û di doza li Diyarbekirê di çarçoveya lêpirsîna terorê dihat meşandin da bi endamtiya rêxistina terorê ya biçek û propagandaya rêxistina terorê va dihat sûcdarkirin 22 sal û 3 meh cezayê hepsê xwar, ji bo wê biryara girtinê hat dayîn.

Rûniştina dozê li Mehkemeya Cezaya Giran a 9emîn a Diyarbekirê çêbû, Guven nehat mehmekeyê lê parêzerên wê beşdarî dozê bûn.

Parlamentera Hekariyê ya HDPyê ya berê Leyla Guvenê der barê Herekata Çiqlê Zeytûnê ya ku Artêşa Tirkiyeyê li Efrîna Sûriyeyê kiribû da daxuyanî dabû û him beriya wê û him jî paşê axaftinên alîgîriya terorê dike kiribûn. Guven ji ber van sedeman hat darizandin û dozgerê Komarê xwest ku ew bê cezakirin.

Parezerên Guvenê gotin Guven bêsûc e û divê ew neyê cezakirin.

Heyeta mehkemeyê ji ber endamtiya rêxistina terorê ya biçek û propagandaya rêxistina terorê biryar da ku Guven bi 22 sal û 3 meh cezayê hepsê va bê cezakirin.

Mehkemeyê biryar da ku ew bê girtin û cezayê xwe bikşîne.

Parlamentera Hekariyê ya HDPyê ya berê Leyla Guvenê di dozeke din a Dadgeha Cezayê Giran a 22yemîn ya Diyarbekirê da hatibû darizanidn û ji ber "endamtiya rêxistina terorê ya çekdar" 6 sal û 3 meh cezayê hepsê xwaribû. Daîreya Cezayê ya 16emîn a Dadgeha Bilind ceza tesdîq kiribû.

Di 4ê hezîranê da di Lijneya Giştî ya Meclisê da tezkereya Serokomariyê ya der barê cezayê dadgehê ya ji bo Guven hatiye dayîn da hatibû xwendin. Li gor qanûna bingehîn piştî vê tezkereya li Lijneya Giştî hatibû xwendin parlamenteriya Guvenê hatibû betalkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE