Leyletûl Qedr wê îro bê pîrozkirin

Leyletûl Qedr wê îro bê pîrozkirin

Leyletul Qedra ku rastî 27ê şeva remezanê tê û di Qur'ana Pîroz da tê gotin ku ew ji hezar mehan bi xêrtir e, wê îro bê pîrozkirin.

Li gor Îslamê destpêka hatina Qur'ana Pîroz di Şeva Qedrê da ye û li gor baweriyê di vê şevê da "Deriyên semayê tên vekirin, dia û tobe tên qebûlkirin." Her wiha di Qur'ana Pîroz da weke şev tenê navê vê şevê derbas dibe.

Di "Sûreya Qedrê" ya Qur'ana Pîroz da wiha behsa vê şevê tê kirin:

"Bê guman me ew (Qur'an) di Şeva Qedrê da nizûl kir. Tu çi dizanî ku Şeva Qedrê çi ye! Şeva Qedrê ji hezar mehan bi xêrtir e. Milyaket û Ruh (Cebraîl) di wê şevê da bi destûra Rebbê xwe ji bo her cure kar û baran tên ser rûyê erdê. Ew şev heta şeveqa serê sibehê silametî û aramî ye."

Li Tirkiyeyê ji ber ku êdî sînordarkirinên Kovîd-19 qismeke mezin ji holê rabûn, piştî du salan di mizgeftan da îbadet û dia wê bên kirin.

Hîndekarê Fakulteya Ilmên Îslamî ya Zanîngeha Zanistên Civakî ya Enqereyê Prof. Dr. Ejder Okumuş ji nûçegihanê AAyê ra got ji ber ku Qur'ana Pîroz di Şeva Qedrê da nizûl bûye ev şev pir taybet e.

Okumuş got divê aliyê hidayetê ya Qur'ana Pîroz bê fikirîn û li gor hikmên wê bê jiyîn.

Okumuş anî ziman Misilman divê di vê şevê da jiyana xwe ji ber çavan ra derbas bikin û wiha dewam kir: "Di Şeva Qedrê da her Misilman divê bi xwe ra rûbirû bimîne. Dema em bi xwe ra rûbirû dibin bêşik pîvana me divê sineta Hezretî Pêxember û Qur'ana Pîroz be."

Okumuş pêşniyaz kir ku ev şev bi îbadet û diayê va bê derbaskirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE