LGS wê sibê bê kirin

Nêzî milyonek xwendekarên pola 8. wê bikevin îmtihanê

LGS wê sibê bê kirin

Sibê wê îmtihana LGS’ê bê kirin. Nêzî milyonek xwendekarên pola 8. Wê bikevin îmtihanê. Ezmûn wê 2 beş bin û di rojekê de bên kirin.

Nêzî milyonek xwendekarên pola 8emîn li bendê bûn û roj hat.

Telebe ji bo heqê cehd û xebata xwe bigrin wê bikevin Îmtihana Ketina Lîseyê.

Di îmtihanê de 2 beş hene.

Di qisma yekem de 20 pirsên zimanê Tirkî, 10 pirsên Dîroka Înqilabê û Atatûrkparêzîyê û 10 pirsên dersa zimanê biyanî hene.

Ezmûn saet di 9 û nîvan de wê dest pê bike. Wextê ezmûnê jî 75 deqîqe ye.

HEJMARA PIRSÊN EZMÛNA BEŞA CIVAKÎ

TIRKÎ:20

DÎROKA ÎNQILABÊ Û ATATÜRKPARÊZÎ:10

ÇANDA DÎN Û EXLAQÊ:10

ZIMANÊ BIYANÎ:10

Ezmûna beşa fenê jî saet di 11 û nîvan de wê dest pê bike. Di testên matematîk û zanistên fenê de 40 pirs hene.

Lazim e xwendekar di 80 deqîqeyan de van pirsan çêkin.

HEJMARA PIRSÊN EZMÛNA BEŞA FENÊ

MATEMATÎK:20

ZANISTÊN FENÊ:20

Li seranserê Tirkiyê hezar û 531 lîse dê bi vê îmtihanê xwendekaran bigrin.

Bi tevahî kontenjan jî 139 hezar û 660 in.

Wezareta Perwerdeyê derbarê saetê de xwendekar hişyar kirin.

Divê xwendekar herî dereng di saet 9an de bi nasname û belgeya xwe ya ezmûnê di sinifê de bin.

Her wiha divê li ba xwendekaran herî kêm 2 qelem, qelemtraş û jêbir jî hebin.

Dîroka nûkirinê: 01 Hezîran 2019, 15:19
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE