Li 12 bajarên ku Îzmir navend e, dijî rêxistinên terorê operasyon hat kirin û ji 51 gumanbarên ku biryara binçavkirina wan hatiye dayîn, 48 kes hatin girtin.
Di çarçoveya lêpirsîna ku Midûriya Şaxa Têkoşîna Terorê û Îstixbaratê dimeşîne da, dijî rêxistinên terorê MLKP, TKP/ML, DSÎH û PKK/YPGyê li 12 bajarên ku Îzmir navend e, di heman demê da operasyon hat kirin.
Di operasyonê da bi îdiaya ku 34 jê endamên MLKPya rêxistina terorê, 8 jê endamên DSÎHa rêxistina terorê, 1 jê endamê TKP/MLya rêxistina terorê û 8 jê endamên PKK/YPGya rêxistina terorê ne, ji 51 gumanbaran 48 gumanbar hatin binçavkirin.
Di nav kesên ku hatine binçavkirin da Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş, serokên bajarê Îzmirê yên berê Pinar Turk û Kerîm Altinmakas, 2 parêzer, 4 xebatkarên Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmirê, yek jê di Midûriya Çandinî û Daristanê ya Navçeya Şemdînliyê da endezyarê ziraetê; mamoste û ji pîşeyên din hene.
Di çarçoveya operasyonê da ji ber ku têkiliya wan bi rêxistina terorê ya MLKPyê ra hatiye tesbîtkirin, li navenda giştî ya ESPyê, avahiya bajarên Îzmir û Stenbolê, buroya navçeya Bayrakliya Îzmirê, buroya bajarê Stenbolê ya Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA), buriya bajarê Stenbolê ya Weqfa Lêkolînên Zanist, Perwerde, Estetîk, Çand û Hunerê (BEKSAV) lêgerîn hat kirin û di lêgerînê da gelek materyalên dijîtal, weşanên qedexekirî, dokuman û 50 hezar lireyê ku li gor nirxandinê yên rêxistinê ne, hatin bidestxistin.
Ji aliyê din va seba girtina gumanbarên din xebat dewam dikin.AA