Li 16 bajaran li dijî FETÖ’yê operasyon hat kirin

Ji bo 110 leşkerên birûtbe biryara binçavkirinê hat dayîn

Li 16 bajaran li dijî FETÖ’yê operasyon hat kirin

Di lêpirsînê de hat tespîtkirin 110 leşkerên birûtbe qaşo bi rêvebirên fetö’yê yên payebilind re bi telefona ankesor xeber dane. derbarê wan leşkeran de biryara binçavkirinê hat dayîn. di nav wan de ji mîralayan bigrin hete binefser û pîlotan ji gelek rûtbeyan leşker hene. ji gumanbaran 85 kes hatin girtin. operasyon li enqere û 15 bajaran dewam dike.

Serdozgeriya Komarê ya Enqerê di lêpirsîna derbarê FETÖ’yê de hin leşker şopandin.

Hat tespîtkirin, gumanbaran bi qaşo rêvebirên payebilind ên rêxistinê re bi telofonên sabît gelek caran li hev geriyane.

Ji bo 3 mîralay, 2 serheng, 6 serdar, 3 serpel, 18 sertegmen, tegmenek û 77 binefserên Fermandariya Hêzên Asîmanî biryara binçavkirinê hat dayîn.

Hat diyarkirin ji gumanbaran 5 kes jî pîlot in.

Hêzên ewlehiyê şeveqê navenda wê Enqere li 16 bajaran operasyon li dar xist û 85 gumanbar hatin binçavkirin.

Bersûc ji bo îfadeyê bidin dê werin Enqerê.

Ji bo girtina gumanbarên din operasyon didomin.

Dîroka nûkirinê: 21 îlon 2018, 12:53
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE