Li 17 navçeyên Stenbolê ray car din tên jimartin

Li ser îtirazan rayên 17 navçeyên Stenbolê ji nû va tên jimartin....

Li 17 navçeyên Stenbolê ray car din tên jimartin

Li 16 navçeyên Stenbolê li ser îtirazê rayên ji bo Hilbijartina Giştî ya Rêvebiriyên Herêmî ya 31ê Adarê hatibûn dayîn, lê wek "betal" hatine qebûlkirin car din hatin jimartin. Li Çatalcayê jî hemû ray ji nû ve tên jimartin.

Teşkîlatên navçeyê yên AK Partiyê ji bo ku rayên hatine betalkirin bên jimartin îtiraz kirin. Piştî biryara Lijneya Hilbijartinê ya Bilind lijneyên hilbijartinê yên navçeyan dest bi jimartina rayan kirin.

Li Kuçukçekmece, Beyoglu, Başakşehir, Maltepe, Buyukçekmece, Çekmekoy, Eyup, Fatîh, Silîvrî, Tuzla, Sariyer, Ataşehir, Beykoz, Şîle, Bayrampaşa û Umraniyeyê lijneyên hilbijartinê yên navçeyan rayên hatine betalkirin dijmirin.

Li Çatalcayê jî hemû ray ji nû ve tên jimartin.

AA

Dîroka nûkirinê: 04 Nîsan 2019, 12:40
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE