Li 18 bajaran xebatên ji bo 33 bexçeyên milet xilas dibin

Serokê Turkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li Îstanbulê di vekirina bexçeyên milet de axivî...

Li 18 bajaran xebatên ji bo 33 bexçeyên milet xilas dibin

Serokê Turkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li Îstanbulê di vekirina bexçeyên milet de axivî...

Ji axaftina Serok Erdogan: 

 "Gorî qinaeta me hilbijartinên di 31ê Adara 2019an da hilbijartina 'Şaredariyên Dilsoziyê' ne. Me ev nav lê kir."

 "Xwedê baxçeyên gel yên Başakşehir, Kayaşehir, Hoşdere, Baruthane û Çirpiciyê li ser xêrê bigerîne."

"Li 18 bajarî xebatên ji bona 33 baxçeyên gel li ber temambûnê ne. Em dixwazin li her bajarî herî kêm baxçeyekî gel çêkin."

"Em dibêjin 'Kanal Stenbol', ew dibêjin 'Em naxwazin û em ê nedin çêkirin'. Hûn bixwazin jî nexwazin jî em ê çêkin."

 "Em ê qada fuarê ya herî mezin ya Tirkiyeyê li Balafirgeha Ataturk di qadên sergirtî da çêkin."

"Kesên li ser navê hawirdor û siruştheziyê xera dikin, kesên bûyerên Geziyê derxistin û li hember hemû karên ku xêra vî welatî tê da heye derdikevin, bira werin li van baxçeyên gel mêze bikin û fehm bikin hezkirina ji hawirdorê çi ye."

"Li hember kesên dixwazin welatê me ji xwe ra bikin hewşa pişt mala xwe ji Çanakkaleyê heta Herba Îstiqlalê û 15ê Tîrmehê gelê me berisva ku hewce dikir da."

 "Ji dewra yekpartiyê vir va welatê me welatekî wisa nîne ku bi lîstikên kesên gel biçûk dibînin, heqaret dikin û fikrên xwe yên marjînal li ser gel ferz bikin bixape. Em bi lîstika Partiya Gel ya Komarê nexapiyan û em ê nexapin."

"Di 2019an da jî wê gelê me di xizmetên şaredariyê da AK Partiyê tercîh bike. Ez bawer dikim."

 "Me pirtûka Safahatê û Sirûda Îstiqlalê dikir bin bahlifê xwe em wisa mezin bûn. Em jî miletê me jî ji van lîstikên badilhewa aciz bûne. Li Tirkiyeyê em destûrê nadin ku ne li avakarê Komara me Gazî Mustafa Kemal û ne jî ji ber meşreb, bawerî, cil û bergan li welatiyekî me heqaret bê kirin."  

AA

Dîroka nûkirinê: 17 Mijdar 2018, 18:13
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE