Li 2 bajaran operasyonên li dijî DEAŞ’ê

Li Elazığ û Yozgatê 11 gumanbar hatin binçavkirin...

Li 2 bajaran operasyonên li dijî DEAŞ’ê

Li Elezîz û Yozgatê li dijî rêxistina terorî deaş’ê operasyon hatin kirin. di operasyonan de 8 ji wan sûriyî, 3 iraqî; 11 gumanbar hatin binçavkirin.

Di çarçoeveya lêpirsînê de ku Serdozgeriya Elezîzê da destpêkirin li hin edresên diyarkirî operasyona hevdem hat kirin.

Di operasyonê de bi îdiaya endamtiya rêxistina terorî DEAŞ’ê 4 ji wan Sûriyî û 3 jî Iraqî 7 gumanbar hatin girtin.

Li navçeya Sorgûna Yozgatê jî, hat tespîtkirin 4 kesên ji Deyrazora Sûriyeyê hatine bi rêxistina terorî DEAŞ’ê re têkildar in.

Li dijî gumanbaran operasyon hat kirin.

Ekîbên têkoşîna li dijî terorê di operasyonê de 4 gumanbar derdest kirin.

Kar û barên li ewlekariyê yên gumanbarên binçavkirî dewam dikin.

Dîroka nûkirinê: 10 Cotmeh 2018, 11:41
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE