Li 2 gundên Bidlîsê qedexeya derketina derva

Li 2 gundên Bidlîsê qedexeya derketina derva

Hat ragihandin ku li 2 gundên Bidlîsê û mezreyên wan qedexeya derketina derva hat îlankirin.

Li gor daxuyaniya Walîtiyê, li hin gund û mezreyên wan ên ku dikevin nav sînorên navenda bajêr û navçeyan, ji 20ê îlonê pê va derketina derva hat qedexekirin.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:

"Li herêma ku gundên Yenîce, Doganlikoy û mezreyên wan lê ne, li ser agahiya ku mensûbên rêxistina terorê ya cudaxwaz lê ne û seba starbûnê holik ava kirine, seba girtina van terorîstan, seba pêkanîna ewlehiya can û malê gel, li gor benda 11/Cyê ya Qanûna Îdareya Bajêr ji 20ê îlonê saet 05.00î pê va heya fermaneke duyemîn derketina derva hatiye qedexekirin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE