Li 2 gundên Qersê yên lehî çêbû xebatên tesbîtkirina xisarê dewam dikin

Li 2 gundên Qersê yên lehî çêbû xebatên tesbîtkirina xisarê dewam dikin

 Li 2 gundên Susuza navçeya Qersê xebatên tesbîtkirina xisara lehiyê dewam dikin.

Li gundên Aynali û Ortalarê ya Susuzê duh ji nîvro şûnda ji ber barana gur lehî çêbû.

Di lehiyê da hin mal di binê avê da man û gelek heywan jî telef bûn.

Piştî lehiyê tîmên AFAD,cendirme, Midûriya Herêma 24emîn a Karên Avê ya Dewletê, Midûriya Hawîrdor û Bajarvaniyê, Midûriya Çandinî û Daristanê û Îdareya Taybet dest bi tesbîtkirina xisarê kirin.

Li gor xebatên ewil 11 malan xisar dîtiye û xebat dewam dikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE