Serdozgeriya Komarê ya Enqerê di lêpirsînê de tespît kir ku 21 kesan bernameya xeberdanê ByLock bi kar anîye.
Li ser vê yekê derbarê wan de biryara binçavkirinê hat dayîn.
Di lêpirsîneke din de jî hat tespîtkirin ku endamên FETÖ’yê pirsên Ezmûna Koleja Polîsan a 2009an di pêş de bi dest xwe xistine û dane endamên xwe.
Derbarê 50 gumanbaran de ji bo binçavkirinê qerar derket.
Ji bo 20 kesên ku pirsên ezmûna Alîkariya Serkomseriyê dizîne û ew pirs bi dest xistine, biryara binçavkirinê hat girtin.
Di çarçoveya lêpirsînê de navenda wê Enqere, li 21 bajaran operasyon hat kirin.
Heta niha 45 kes hatin qefaltin.