Li 22 bajaran rêjeya kesên doza duyem ya aşiya Kovîd-19ê li xwe xistine ji sedî 75an derbas bû

Li 22 bajaran rêjeya kesên doza duyem ya aşiya Kovîd-19ê li xwe xistine ji sedî 75an derbas bû

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca daxuyand hejmara bajarên ku rêjeya kesên doza duyem ya aşiya Kovîd-19ê li xwe xistine ji sedî 75an derbas bûne, gihîşt 22yan.

Koca li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyand li Tekirdag û Çorumê jî rêjeya kesên doza duyem ya aşiya Kovîd-19ê li xwe xistine ji sedî 75an derbas bû û bi vî awayî hejmara bajarên rengê wan bû hêşîn gihîşt 22yan.

Koca got li Kahramanmaraş û Nîgdeyê jî rêjeya kesên doza duyem ya aşiya Kovîd-19ê li xwe xistine jî ji sedî 65an derbas bû û wiha dewam kir: "Rengê van herdu bajarên me di nexşerêyê da êdî zer e. Ji bo ku em bigîhîjin ji sedî 75an em hewl bidin."

Di nexşerêya Tirkiyeyê ya malpera "covid19.saglik.gov.tr"yê da bajarên ku rêjeya doza duyem ya aşiyê di binê ji sedî 55an da ye bi rengê sor.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE