Navend Stenbol di operasyona li 25 parêzgehan a dijî sazûmaniya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) ya di Hêzên Çekdarên Tirkiyeyê (TSK) da ji 115 berşikên ku ji bo wan biryara binçavkirinê hat derxistin, 66 jê hatin desteserkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna Buroya Teror û Sûcên Rêxistinî ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ya dijî sazûmaniya FETOyê ya di TSKyê da hat tesbîtkirin ku ji bo ragihandina navxweyî ya rêxistinê têlefonên ankesorê û xetên sabit hatin emilandin. Piştî tesbîtkirina kesên ku van xetan diemilînin û her wiha di çarçoveya îfadeyên lixwemukirhatiyan da ji bo 115 kesan biryara binçavkirinê hat derxistin ku di navê da eskerên muwezef, teqawidbûyî, îxracbûyî û yên ku îstifa kirine hene.
Ekîbên Şaxa Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê ji bo desteserkirina berşikan Stenbol navend li 25 parêzgehan bi awayekî hemdem operasyon dan destpêkirin.
Di operasyonê da 66 berşik hatin desteserkirin, li navnîşanan lêgerîn hat kirin
Xebatên desteserkirina berşikên mayîn berdewam in.
AA