Li 28 parêzgehan li dijî 20 rêxistinên sûcê operasyona "Gulî" dan destpêkirin

Li gorî daxuyaniya Wezaretê, Serokatiya Daîreya Têkoşîna Dijî Qaçaxçîtî û Sûcên Organîze di encama xebatên xwe da li 28 parêzgehan 20 rêxistinên sûcê tesbît kirin.

Li 28 parêzgehan li dijî 20 rêxistinên sûcê operasyona "Gulî" dan destpêkirin

Hat ragihandin, di kordînasyona Wezareta Karên Navxweyî û Serokatiya Daîreya Têkoşîna Dijî Qaçaxçîtî û Sûcên Organîze da sibehê zû li 28 parêzgehan bi awayekî hevdem operasyona bi navê "Gulî" hat lidarxistin ku 235 berşikên tesbîtkirî yên endamên 20 rêxistinên sûcê bên qefaltin.

Li gorî daxuyaniya Wezaretê, Serokatiya Daîreya Têkoşîna Dijî Qaçaxçîtî û Sûcên Organîze di encama xebatên xwe da li 28 parêzgehan 20 rêxistinên sûcê tesbît kirin.

Ekîban piştî şopandina teknîkî û fîzîkî ya ku bi qasî 9 mehan dewam kir, berşik yek bi yek tesbît kirin. Ekîban her wiha tesbît kir ku 235 kes bi awayekî rêkxistî sûcê xapandinê kirin.

Li parêzgehên navborî ji serdozgeriyên komarê biryara binçavkirinê hat sitandin û operasyona bi navê Gulî hat destpêkirin.

Sibehê zû li parêzgehên Adiyeman, Afyonkarahisar, Ankara, Antalya, Aydin, Batman, Bolu, Bursa, Çanakkale, Çankiri, Diyarbekir, Edirne, Elezîz, Entab, Isparta, Îstanbul, Kirikkale, Kutahya, Mêrdîn, Mêrsîn, Mugla, Mûş, Ordu, Rîze, Şanliurfa, Tekirdag, Yalova û Zonguldakê bi ser navnîşanên diyarkirî da hat girtin.

Hat ragihandin, operasyon dewam dike û her wiha xebatên binçavkirin û lêgerînê didomin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE